SerekeSîyasî

Wekîlê HSD ê înformasîya derheqa wê yekêda îzbat kirîye wekî ŞAY gef li Tirkîyayê xwerine ku wê HSD ê bîne Efrînê, heger hêzên pişgirên tirka  ji wir neçin

Wekîlê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yê li Waşîngtonê Bassam Îshak îzbat kirîye, wekî nava raporta merkeza Waşîngtonêye lêkolînên stratêcîda hatîye gotinê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gef li Tirkîyayê xwerine, ku wê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk  bîne, heger hêzên koma  têorîstî “Heyat Tahrîr Aş Şam” ê ji Efrînê û dor- berên wê neyêne derxistinê

Paşê ewî gotîye wekî menîya wê yekê heye û serda zêde kirîye wekî hema wî çaxî jî ew nehyî dane komên tirkmênaye bin kontrola Tirkîyayêda.

Wekîlê HSD ê gotîye, ku  “Heyat Tahrîr Aş Şam” berê çawa enîya “An Nûsra” bû, ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda tê hesabê çawa beşeke Al Qayîdayê û amêrîkî wê komê çawa ya têrorîstî hesab dikin û bo wê yekê dew ji Enqerê kirine ku wan hêza ji wir derxin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button