H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hîvîya çiîye

Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv berê ewlin hêvîdare, wekî organîzeyê qîmetkirina sîyasî bide agrêsîya Adirbêcanêye dijî axa Ermenîstana serbixwe û xerîta rê, derheqa dasekinandina yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê qebûlke.Derheqa wê yekêda Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî piştî agrêsîya Adirbêcanê, ya meha îlonê, Ermenîstan berbirî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bûye û li civîna şêwira ewlehkarîya organîzeyê birîyar hatîye kirinê, nava encamê kîjanêda kom hatîye Ermenîstanê ku cîda hal binihêre û qîmetke.

“Pêşerojêda em têra dibînin civîna şêwira ewlehkarîya kolêktîv teşkîlkin, bona ku wê raportê gotûbêj bikin. Ez hêvîdarim, wekî ev civîn wê zû  pêk bê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button