H’emû nûçeSereke

Îro 23 salîya salvegera sûcê 27 ê sotmehê ye

Îro 23 salîya salvegera sûcê 27 ê cotmehê ye. Sala 1999 a vê rojê, dema pirs û bersiva  parlamênta hukumetê da komek bi serokatîya Naîrî Hûnanyan êrîşî meclîsê kirin û serokwezîr Vazgên Sargsyan, serokê parlamêntê Karên Demîrçîyan, cîgirên serok  Yûrî Baxşyan û Rûbên Mîroyan kuştin. Wezîrê karên opêratîv Lêonard Pêtrosyan, parlamêntvan Hênrîk Abrahamyan, Mîkayêl Kotanyan û Armênak Armênakyan jî bûne qurbanîyên têrorê. 8 kesên din jî birîndar bûn.

Koma têrorîst wezîr û wekîl li  sera parlamêntê  dîl girtin. Û tenê roja din çekên xwe danîn û teslîm bûn.

Kanûna sala 2003 a dadgehê Hûnanyan û 5 endamên koma wî cezayê heta-hetayê da, endamekî dinê jî 14 sal cezayê girtîgehê da.

23 sal piştî cînayetê pirsa kê li pişt van hemûyan tê kirin, lê belê tu carî bersiva pirsê nehat dayîn û guman ji holê nehatin rakirin. Sala  2019 a li ser hîmê erza Anahît Baxşanêyanê dosyaya sûc ji nûva hat vekirin, lê lêpirsîna destpêkê hê jî didome.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button