SerekeSîyasî

Li Tirkîyayê 11 rojnamevanên kurd hatine girtinê

Polîsîya Tirkîyayê ketîye malên çend rojnamevanên ajansa kurdîye înformasîyon, ya Mêzopotamîyayê û Jin News ê, usa jî ofîsên wan. Nava dorana lêpirsînêda, ya dadgeha Enqerê, 11 rojnamevan ji alîyê polîsîyayêda hatine girtinê.

Ev yek li bajarên Enqerê, Stembolê , Ûrfayê, Dîyarbekirê, Wanê û Mêrdînê hatîye kirinê.Xebatkarên polîsîyayê hemû mecalên rojnamevana, kompyûtêr, rojname û tiştên mayîn ji wana stendine, hetanî mîkrofona ajansê jî tevî xwe birine.

Yekîtîya rojnamevanên Tirkîyayê ev girtin şermezar kirîye. Elametîya wî cûreyî usa jî partîya Dêmokratîk, ya Gela belav kirîye û bang kirîye ku rojnamevana aza berdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button