H’emû nûçeSereke

Minê bixwesta wekî peymana aşîtîyê hetanî dawîya salê bihata morkirinê: Paşînyan

Hukumata Ermenîstanê wê hemû cedandina bide xebatê ku peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê hetanî dawîya salê bê îmzekirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê dayîna bersiva parlamêntvana gotîye.

Lûsînê Badalyana parlamêntvan pirs daye serokwezîr, ku niha hevraxeberdan nava kîjan êtapêdane û gelo diqewime hetanî dawîya salê peymana aşîtîyê bê morkirinê.

“Ez gerekê bêjim, wekî ez dixwezim û ezê bixwezim wekî ew peyman hetanî dawîya salê bê morkirinê.Ew yek bi çiqasîva raste, ezê bêjim wekî hukumatê hemû cedandina bide xebatê ku ew yek nêzîkî rastîyêbe. Em hêvîdarin, wekî ew yek jî tiştekî girînge, ku hetanî îmzekirina peymana aşîtîyê xebatên dêlîmîtasîyayê ser hevda bên. Bi çiqasîva ew yek nêzîkî rastîyêye, heger em hesab hildin, wekî em li Prahayê pevketine, ku dêlîmîtasîya sînora li ser hîmê sînorên sala 1991 ê bê kirinê. Ew nêzîkî rastîyêye, çimkî ew sînor eyanin”,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr ew yek jî girîng hesab kirîye ku dîyalog di navbera Qerebagê û Adirbêcanêda bê kifşê, çimkî gerekê mêxanîzmên kifş bona parastina mafên ermenîyên Qerebagê hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button