H’emû nûçeSereke

Peymana aşîtîyê ya tevî Adirbêcanê  bi çiqasîva karibin gerekê lez bê morkirinê: serokê parlamênta Ermenîstanê

Meremê herdu alîya jî heye ku hetanî dawîya salê peymana aşîtîyê morkin.Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê dayîna bersivên pirsên rojnamevana gotîye.

“Ew wede yê dawîye û herdu alî jî dixwezin hetanî dawîya salê îmzekin. Ez dixwezim ku çiqasî lez bikaribin peymana aşîtîyê bê îmzekirinê”,-Alên Sîmonyan gotîye.

Bi wê yekêva tevayî serokê parlamêntê gotîye, wekî hêzên Adirbêcanê gerekê ji topraxa Ermenîstanêye naskirî lez bêne derxistinê.

“Me derheqa wê yekêda wextê hevdîtinên navneteweyî gotîye”,-Sîmonyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew rêke mayîn nabîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button