SerekeSîyasî

ŞAY nerihetîya xwe girêdayî halê Şengalêra dide kifşê

Konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbkyûyî ya li Hewlêrê elametî derheqa halê li Şengalê belav kirîye, kîjanêda nerihetîya xwe daye kifşê û daye dîyarkirinê ku li wê nehîya êzdîya nava goveka perwerdêda pêşkeftin tune.

“Beşa Sincarêye perwerdê ji konflîktê zîyanê ketîye, lê dasekinandina wê jî hêdî-hêdî pêşda diçe.Dersxane tijîne û gelek cara eşîyayên dersxanêda têrê nakin”,- nava elametîya konsûlxana amêrîkîda hatîye gotinê. “Pêşxistina perwerdê pirseke here girînge.Ajansa navneteweyî, ya Ştatên Yekbyûîye pêşkeftinê 2000 kursîyên mektebê li Sincarê çê kirine. 22 binelîyên cîh ew şuxul kirine”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button