H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê bilindbûna bahên eşîya gihîştîye dereca 9,9 selefî: serokê banka Merkezî
Serokê banka Ermenîstanêye sereke Martîn Galstyan elam kirîye, wekî li Ermenîstanê bilindbûna bahên eşîya gihîştîye dereca 9,9 selefî, û ew yek xemgînîyê pêşda tîne.
Bi gotina wî: “Ez bêjim wekî ev hal dighîje asta welatên Yekîtîya Avropayê. Hal xemgînîyê pêşda tîne. Dema ku ji alîyê Rûsîyayêda elametîyên nû derheqa mobîlîzasîyayêda belav bû, me dît ku merivên ku tên Ermentstanê zêde bûn û ew yek tehsîra xwe li ser bilindbûna biha dihêle.Em li ser wê birîyarêne, ku hemû tiştî bidine xebatê bona ku sala tê bilindbûna biha zeftkin”.