SerekeSîyasî

Li Kirkûkê nava encamê teqîna topekêda çar zarok birîndar  bûne

Nava encamê teqîna topekêda li provînsîya Kirkûkê çar zarok birîndar bûne.

Berdevkê polîsîya Kirkûkê Emir Nûrî gotîye, wekî ev bûyar li nehîya Mûsalahê qewimîye, li kîderê çend zarok lîstine.

Polîsîya lêpirsînê derbaz dike, lê cûrê wê topa teqîyayî hê eyan nîne.

Du hevtê pêşda jî sê zarok nava encamê teqîneke wî cûreyîda li provînsîya Kirkûkê hatine kuştinê. Fermandarê polîsîya Kirkûkê wî çaxî got, wekî zaroka agir berî cîhekî dabûn û rûyê wê yekêda ew  teqîn qewimîbû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button