H’emû nûçeSereke

Bêlarûsê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv werguhêzî organîzeya ewlehkarîya Adirbêcanê kirîye: wezîrê Ermenîstanêyî karên derî berê derheqa Lûkaşênkoda

Wezîrê Ermenîstanêyî karên derî berê Zohrab Mnasakanyan bona gotinên serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko, yên derheqa Ermenîstanêda û yên derheqa piştgirîya Îlham Elîyêvda berk rexne kirîye.

“Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv xêncî ewlehkarîya kolêktîv hemû tiştên mayînva mijûl dibe.Bêlarûs eşkere organîzeyê werguhêzî organîzeya ewlehkarîya Adirbêcanê dike”,- Mnasakanyan Twittere da nivîsîye.

Ew hesab dike, wekî Adirbêcan gerekê li rex wanbe.

“Rastî usa jî dimîne,wekî têrîtorîya Ermenîstana serbixwe, ya ku endama organîzeyêye, dîsa ji alîyê Adirbêcanêda okûpasîyakirî dimîne”,- Mnasakanyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button