SerekeSîyasî

Dîplomatê rûs halê li Efrînê çawa yê “dramatîk” nav kirîye

Çi ku li bajarê kurdayî Efrînê diqewime, meriv dikare çawa halê “dramatîk” navke. Derheqa wê yekêda dîplomatê rûsî derecebilind gotîye Rudaw ê, dema ku ewî derheqa bûyarên li Efrînê xeberdaye.

Hêzên kurda Efrîn piştî wê yekê hildane destê xwe, dema ku rêjîma Sûrîyayê sala 2011 a ew bajar berda û eskerê xwe ji wir derxist. Kurda li wir kantona Efrînê sazkir, dikete nava kîjanê bajarê Efrînê û çend nehîyên dor-bera. Feqet Tirkîya û kirêkirîyên wê sala 2018 a ketine Efrînê, rûyê kîjanêda bi seda hezara kurd ji wandera derketin û li wir gelek xirabkarî dijî wan meriva hatine kirinê, yên ku li wir mabûn.

Koma “Hayat Tahrîr aş Şam” ê, ya ku bi dereca navneteweyî çawa organîzeya têrorîstî hatîye naskirinê, nîveka cotmehêda Efrîn hilda bin kontrola xwe. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bang kirîye ku ew çekdarên xwe ji bajêr derxin.

Baylozê Rûsîyaêyî li Îraqê Êlbûrs Kûtraşêv, wextê hevpeyvîna tevî  Rudaw ê, derheqa bêqanûnîyên li Efrînê xeberdaye.Ewî halê li Efrînê çawa yê “dramatîk” nav kirîye û serda zêde kirîye wekî li herêmê guhartinên dêmografîk  dibin.

Li gorî organîzeya mafparêz, ya li Efrînê, cimeta kurd bi 60 selefî nava du salên ewlinda kêm bûye. Li gorî qîmetkirinên Organîzeya Netewên Yekbûyî ji 150 000 zêdetir kurd ji Efrînê derketine, piranîya kîjana li qampa li bakûrê Helebêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button