Em bona Ûkraînayê hatine mobîlîzasîyakirinê, lê nava pirsa Ermenîstanêda em bêdengin. Di derbarê wê yekêda sênatora Fransîyayê Valêrî Bûayê gotîye.
“Em bi rastî bona Ûkraînayê hatine mobîlîzasîyakirinê, lê nava pirsa Ermenîstanêda em bêdengin. Gelo emirê ermenîya himberî yên ûkraînîya arzantire?”,- ewê gotîye.
“Neyarên Ermenîstanê eşkere dibêjin, wekî ew dixwezin ermenîya bidine tunekirinê, lê em jî dîsa wan rêbera qebûl dikin, û Avropa ji Adirbêcanê gazê dikire, Ûrsûla Fon Dê Lêyên jî elam dike wekî Elîyêv hevalkarekî amine”,-Bûyayê gotîye.
“Dewleta Adirbêcanêye ruşetxur û rasîst heye, ya ku êrîşê dibe ser sînorên Ermenîstanê û dicedîne paqijkirinên êtnîkî û komkujîyê berdewamke”,- ewê gotîye.
“Fransîyayê dikaribû bona Ermenîstanê zêde tişt bikirana, bi taybetî wî çaxî, dema ku me nava Yekîtîya Avropayêda serokatî dikir.Şandina dîtindara tiştê herî kême, çi ku me dikaribû bikira”,- sênatorê gotîye.