SerekeSîyasî

HDP dewê dike ku şêwira perwerda xwendina bilind  bidine hildanê

Seroka komîsîya perwerdê, ya Partîya Dêmokratîk, ya Gela, Gulistan Kilicê nava elametîya nivîsarda daye dîyarkirinê: “Şêwira perwerda xwendina bilind, ya ku  îlona sala 1980 êyî hatîye sazkirinê, bona wê yekê bû, ku kontrola yûnîvêrsîtêya bike û mêxanîzma xwe bona tehsîrkirinê bide xebatê û ew hetanî roja îroyîn jî dixebite”.

Xêncî wê yekê ewê nivîsîye, ku şêwir bona otonomîya, azadî û dêmokrasîya yûnîvêrsîtêya dijwarîya saz dike û rûyê wê yekêda perwerda baş nayê dayînê.

Partîyayê elam kirîye, wekî bona perwerda dêmokratîk û aza, usa jî bona perwerda bi zimanê dayîkê pêwîste ku ew şêwira perwerdê bê derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button