SerekeSîyasî

Fransîya granta pêşnîyar dike ku bona heykelên Kurdistanêye arxêolocî bidine dasekinandinê

Hukumata Fransîyayê birîyar kirîye, ku hinek heykelên arxêolocîye li nehîya Amedîyê, li provînsîya Dihokê, bide daçêkirinê.

Baylozê Fransîyayêyî li Îraqê Êrîk Şêvalîyê û konsûlê Fransîyayêyî li Hewlêrê Olîvîyê Dêkotînî van axirîya li wê nehîyê qesidîne, ku nasîya xwe bidine halê li wir.Serokê nehîya Amedîyê Warşîn Salman gotîye BasNews ê wekî dîplomatên Fransîyayê gotine, wekî ew dikarin piştgirîyê bidine çêkirina heykelên arxêolocîye li wir.

Bi gotina serokê nehîyê, dîroka heykelên arxêolocîye li wir ji 400 salî zêdetire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button