SerekeSîyasî

Konsûlê Çînistanêyî li Hewlêrê: nava 20 salîda pêwandîyên meye tevî Kurdistanê yên baş bûne

Konsûlê Çînistanêyî li Hewlêrê Nî Rûçî elam kirîye wekî welatê wî wê pêwandîyên tevî Herêma Kurdistanê bide berfirehkirinê.

“Nava 20 salîda pêwandîyên meye tevî Kurdistanê yên baş bûne”,- dîplomatê çîn gotîye.

Derheqa wê yekêda konsûlê Çînistanê bi têlêvîzîyona Rudaw ê gotîye.

Bi axaftina di derbarê pêwandîyên Kurdistanê û Çînisitanêda, Mî Rûçî gotîye, wekî hevkarîya aborîye di navbera herdu alîyada 20 sal pêşda destpê bûye. “Pêkîn û Hewlêr nava gelek govekada dixebitin, yên mînanî govekên gazê û neftê, kirîn-frotanê, saxlemîxweykirinê û senayê”,- konsûlê çîn gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî li Kurdistanê ji 30 yî zêdetir kompanîyayên çînî û nêzîkî 2000 wlatîyên Çînistanê dixebitin, hukumata Herêma Kurdistanê piştgirîyê dide hevkarîyê. Ewî usa jî gotîye, wekî Çînistan piştgirîya hukumata Kurdistanê qîmet dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button