SerekeSîyasî

Pêşezanê îranî anîye bîra Elîyêv ku ewî çawa li kazînoya Stembolê du mîlyon dolar daye der

Li ser malpera îranîye lêkolînî, miqala pêşezanê pêwandîyên navneteweyî Êhsan Movahêdîan çap bûye, ya ku derheqa Îlham Elîyêvdane, yê ku hindava Îranê gef xwerine.

Ewî nivîsîye, wekî Elîyêv gefa hindava Îranêda duxwe û dibêje ku wê êrîşa mîyaserke. Pêşezan nava nivîsara xweda daye dîyarkirinê: “Lîstikçîyê ku her dem dida der. Ewî bîr kirîye, wekî cahiltîyêda dema ku du mîlyon dolarên wî tunebûn, ewî awqas pere li kazînoya Stembolê dane der. Wî çaxî Necmedîn Êrbakan jî alî wî nekir, lê Îranê alî wî kir. Rûyê lîstikên  kazînoyêda pirsgirêkên wî usa jî li Qibrisê hebûn.Wî çaxî jî Îranê ew meriv da azaberdanê, yê ku rûyê binketina wîda ji alîyê  gurcada hatibû dîlhildanê”.

Movahedîan hesab dike, ku malbeta Elîyêvîyaye bêşêkir bîr kirîye, ku heger wextê şerê Qerebagêyî ewlin piştgirîya Îranê nîbûya, Ermenîstanê hetanî Bekêûyê biçûya û ewê jî wî çaxî bona cîhê mayînêye li Tewrêzê û  hîvîkirina peraye ji hukumata Îranê, berbirî Îranê nebûna.

Sebir û xwezeftkirina Îranê rê dane Elîyêv ku ew ji sînorên xwe derkevin. Heger dîktatorê Bekûyê nava qewilên sadeda û pêşîya vexwerina alkoholê mecalên Bekûyê û Îranêye leşkerî himberî  hev bike, wî çaxî ewê zû fem bike, wekî eskerê wî wê çend seheta jî dijî eskerê Îranê teyax neke.Bona welgerandina Elîyêv, Îranêra bi seda hezara dolar nelazimin. Çend diron û cimeta Adirbêcanêye bindest besin, ku wî biavêjine li qulçê dîrokê”,-pêşezan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button