H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyarên xwe raberî Adirbêcanê kirine

Berî civîna hukumatê Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa elametîyên serokê Adirbêcanê û gefxwerinên  hindava Ermenîstanêda  xeberdaye. Nava axaftina nîvsehetêda ewî daye dîyarkirinê, ku  serokê Adirbêcanê kîjan pevketin teribandine. Gilî ne tenê derheqa elametîya 9 ê mijdara sala 2020 ne. Elametîya deh roj pêşda, ya li Soçîyê qebûlkirî, usa jî pevketinên li Bryûsêlê û Prahayê hatine teribandinê.

Tiştekî balkêşe, wekî gefxwerinên Elîyêv wî çaxî hatine belavkirinê, dema ku wezîrên Adirbêcanê û Ermenîstanêye karên der hê ji Waşîntonê paşda venegerîyabûn. Mîrzoyan û Bayramov pevktibûn, ku pêvajoya hevraxeberdana bidine lezêxistinê, lê gefxwerinên Elîyêv, bi gotina Paşînyan, derheqa komkujîya nûda didine dîyarkirinê.

Rojekê pêşda Ermenîstanê pêşnîyarên nû teslîmî Adirbêcanê kirine. Ew yek ji alîyê Nîkol Paşînyanda tê îzbatkirinê, yê ku şirove dike wekî fikira wan derheqa bêsîlihkirina sînorê ermenîya-azêrîyaye.

“Hatîye pêşnîyarkirinê, ku esker ji sînorê sala 1991 ê îzbatkirî paşda vekişînin û  li herdu alîya zona bêsîlih sazkin. Hêzên Adirbêcanê gerekê ji axa Ermenîstana serbixwe, ji hemû beşên okûpasîyakirî bêne derxistinê û ev tabîya me wê  tu cara neyê guhartinê”.

Pêşnîyareke mayîn jî ewe ku zona bê sîlih li Qerebagê sazkin. Bi  gotina Paşînyan, ew pêşnîyar ewî wextê hevdîtina li Soçîyê kirîye.

“Min pêşnîyara serokatîya Qerebagê raber kirîye: dora Qerebagê zona bêsîlih, ya bi garantîyayên navnetewî bê sazkirinê, nava  encamê kîjanêda li Qerebagê dikarin esker xweyî nekin. Ew pêşnîyar heye. Li Qerebagê esker heye, yê ku dikare  dijwarîya bona sîyaseta komkuj pêşda bîne”.

Ev pêşnîyar ji alîyê Adirbêcanêda hatine înkarkirinê. Sala 2021 ê li Bryûsêlê pevketin hatîye destanînê, li gorî kîjanê gerekê esker paşda vekişandana. Ew yek jî nehate kirinê. Pêşnîyara mayîn  ya ku Adirbêcanê înkar kirîye, ya li Prahayê bû. Ermenstanê pêşnîyar kiribû, ku mîsîya dîtindarîyê bişîne Qerebagê bona ku bide zelalkirinê, ku li wir eskerê Ermenîstanê hene, yan na.

Niha Adirbêcan dicêribîne usa raberke, ku Ermenîstan rêjîma agirbestê diteribîne.Serokwezîrê Ermenîstanê derheqa wê yekêda zane.Cêribandina pêşda dide kifşê, wekî belavkirina behsên nerast mecala agrêsîya nû saz dikin.

Roja  îroyîn li ser sînorê ermenîya-azêrîya îdî leşkerekî ermenî giran birîndar bûye.

Nava çend rojên dawîda Adirbêcanê îdî pevketinên deh roj pêşda teribandine. Pevketinên li Soçîyê yên nivîsar bûn. Nava wanda hatibû dîyarkirinê, ku gerekê ji xebitandina qewatê dûr bimînin.

“Serokê Adirbêcanê bi dengê bilind derheqa cêrge cîhên Ermenîstanê bi navê azêrî dide dîyarkirinê û têrorê hindava binelîyên edil mîyaser dike. Heger hûn dîna xwe bidine axaftinên serokê Adirbêcanê, wî çaxî tê femkirinê, wekî ew gefa hindava Rûsîyayê, Ştatên Yekbûyî, Fransîyayê, Îranê, Yekîtîya Avropayê duxwe.Adirbêcan usa jî dijwarîya bona normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê saz dike. Rojeva global, ya ênêrgêtîk helan dane Adirbêcanê, lê bi fikira min wedeye ku civaka navnetewî mecalên konkrêt bona aşîtîya herêmê bide xebatê”.

Roja îroyîn Paşînyan Elîyêv bona amadekirina komkujîya dijî ermenîyên Qerebagê gunehkar kirîye.

Halê pêşdahatî raberî hevkarên navnetewî dikin.

Wezîrê halên krîzeya Armên  Pambûxçyan sirîya xweda dide bawarkirinê, wekî her kirineke desthilatdarîya Ermenîstanê tevî Arsaxê tê koordînasîyakirinê.

Baylozê pirsên mexsûs Êdmon  Marûkyan rûpelê xweyî Twittere da derheqa teribandinên elametîya sêalîda gelek cara daye dîyarkirinê. Bayloz dipirse ku  çi garantîya hene, wekî piştî îmzekirinê Adirbêcanê careke mayîn peymana aşîtîyê neteribîne û wê bi cûrê şaş raber neke.

Dîplomat têra dibîne wekî pêwîste ku şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî bona peymana aşîtîyê  garantîyayê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button