SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî bangî civaka navneteweyî dike ku bona milahîmkirina qewilên jîyînêye li Rojavayê piştgirîyê bidin

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî daye dîyarkirinê, wekî rûyê halê sîyasîyî tevlîhevbûyî, krîzeya êkonomîkî û êrîşên tirkaye herrojeda welatîyên wan jîyana  xwe di dest didin. Ewî bangî  civaka navneteweyî kirîye ku bona milahîmkirina qewilên jîyînêye li bakûr-rojhiilatê Sûrîyayê piştgirîyê bidin.

Çi ku derheqa bûyara niqobûna gemîyêdaye, kîjanê mîgrantên kurd  ji Rojavayê dibire Aljîrê, ewî gotîye wekî ev yek tragêdîyaye, ya ku dewê dike ku Rojava cedandinên xwe bide xebatê bo ku jîyana welatîya milahîmbe.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ewê hemû tiştî bikin, ku bûyarên wî cûreyî neqewimin.

Gemîya bi mîgrantava, ya ku ji Aljîrê diçû Îspanîyayê, niqoyî binê avê bûye, li ser kîjanê bûne usa jî çar mîgrantên ji Kobanê.

Hatîye ragîhandinê, wekî hukumata Herêma Kurdistanê nava wê pirsêda alî kirîye ku cinyazên wan kurda bighînine Rojavayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button