SerekeSîyasî

PKK ê û HSD ê elam kirine, wekî ew kirina têrorîstîye li Stembolê va girêdayî nînin

Partîya Karkerên Kurdistanê elam kirîye, wekî ew wê kirina têrorîstîyêva girêdayî nînin, ya ku li Stembolê hatîye mîyaserkirinê.

“Cimeta me û civaka dêmokratîk baş zanin wekî em wê bûyarêva girêdayî nînin û emê tu cara êrîşê nebine ser binelîyên sîvîl û tu tiştî dijî binelîyên sîvîl nekin”,- nava elametîya PKK ê da hatîye gotinê.

Teqîn  duh li Stembolê nêzîkî seheta 16:20 deqe qewimîye.

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî jî bi elametîyêva pêşda hatîye: “Hêzên me wê teqînêva girêdayî nînin”.

“Em careke mayîn didine kifşê, wekî hêzên me wê teqînêva girêdayî nînin û em wê gunehkarkirinê înkar dikin, bi kîjanê dibêjin ku hêzên me beşdarî wê kirinê bûne”,- Mezlûm Ebdî Twittere da nivîsîye.

“Em serxweşîyê didine malbetên kuştîya û cimeta tirk, birîndarara jî qencbûna lez dixwezin”,- Mezlûm Ebdî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button