SerekeSîyasî

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Papê Romayê soz da  çi bikaribe wê bona êzdîya bike

Lîdêrê êzdîyayî ruhanî Mîr Hazim Tehsîn Beg û dêlêgasîya bi serkarîya wî rastî Papê Romayê Fransîskos hatine.

Mîr Hazim Tehsîn Beg gotîye: “Ev hevdîtin ya girîng bû, em bi germahî hatine qebûlkirinê. Me halê êzdîya û yê li Şengalê û Kurdistana Başûr raber kirîye”.

“Papê Romayê soz da ku ew çi bikaribe, wê bona êzdîya bike bona ku bighîje wê yekê, ku civaka navneteweyî li ser Îraqê tehsîrke, bona ku pirsgirêka Şengla  bê helkirinê”,-Mîr Hazim Tehsîn Beg gotîye.

Hevraqayîlnebûnên sîyasîye li Şengalê, yên girêdayî paşdavegerandina bi hezara êzdîyara, yazîya 3000 jin û zarokên bê ser-berate undabûyî, bûne têma hevdîtina Papê Romayê û Mîrê êzdîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button