H’emû nûçeSereke

Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî Êntonî Blîkên qise kirîye

Axaftina bi têlefonê, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên derbaz bûye. Wextê axaftinê fikir dora normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, hevdîtina  wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên dere li Waşîngtonê û derheqa hevdîtina sêalîda hatine pevguhartinê.

Blînkên gotîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî amadeye piştgirîyê bide heleqetîyên Ermenîstanê-Adiribêcanê û usa jî helkirina pirsgirêka Qerebagê.

Paşînyanê serokwezîr cedandinên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bilind qîmet kirîye.

Alî pevketine ku bona bilindkirina dereca ewlehkarî û qewînbûna herêmê, usa jî helkirina pirsên hûmanîtarî gotûbêjkirina berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button