SerekeSîyasî

Pirsên ku girêdayî teqîna li Stembolêra hatine bilindkirinê, dikarin gotina hukumatêye derheqa wê yekêda welgerînin

Malperên sosîyalî gelek pirsava tijî bûne, yên ku derheqa Ahlamê Albaşîrêdanin, ya ku ji alîyê polîsîya tirkada hatîye girtinê û wê nava teqîna Stembolêda gunehkar dikin.

Hukumata tirka dibêje, wekî Albaşîr welatîya Sûrîyayêye û ji alîyê PKK ê da hatîye hînkirinê. PKK û  YPG ê  wê yekê înkar dikin.

Pêşda nava nûçên têlêvîzîyonêda resmê wê jinê dabûne kifşê, kîjanê pakêt li wî cîyî hiştibû.

Rojtira mayîn, piştî êrîşa polîsîyayê, Albaşîr resmada tê kifşê ku çawa neynûkê wê rengkirîne û parfûmêrîya jî ser çevê wê heye, dema ku ew ji malê derdixistin. Pêşda ser çevê wê deqên şîn hebûn, lê piştî wê yekê tunebûne.

Li ser zenda wê jî nivîsar heye bi kîjdanê tê kifşê, wekî ew nivîsar bi zimanê tîgrînîye, bi kîjanî li bakûrê Êfîopîyayê xeber didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button