Hatîye ragîhandinê, wekî hevtîya tê dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê wê hevraxeberdana tevî hukumata Îraqêye nû destpêke û bona wê yekê komên bona hevraxeberdana hatine kifşkirinê.
Faris Îsa, wekîlê hukumata Kurdistana Başûr, yê li Bexdayê gotîye Kurdistan 24 ê, wekî navên endamên dêlêgasîya hukumata Îraqê îdî eyanin û daye dîyarkirinê, wekî hevraxeberdarnên di navbera herdu dêlêgasîyada wê hevtîya tê destpêbin. Ewî serda zêde kirîye, wekî koma hevraxeberdanaye ji alîyê Îraqêda wê ji alîyê wezîrê Îraqêyî neftê Hayan Ebdulganîda bê serkarîkirinê.