SerekeSîyasî

Îranê bi rokêta derb  gîhandîye Kurdistana Îraqê: INA

Hêzên çekdarên Îranê êrîşeke din ya  bi rokêta li ser Kurdistana Iraqê pêk anîn. Îro, li gorî  ajansa TASS ê, INA ê ev yek ragîhand. Baregehên partîyên kurdî li Hewlêrê û Silêmanîyê, ku piştevanîya axaftinên dijî hukumetê li Îranê dikin, bûne armanca êrîşan.

Li gorî malpera Şefeq News ê, hêzên Îranê qampa penaberan ya li bajarê Behrîkayê jî topbaran kirin. Gelek kes bûne qurbanîyên topbaranê. Hatîye ragîhandinê ku li avahîya konsûlxana Amêrîkayê ya li Hewlêrê sîrênên hewayî hatine lêxistin. 24 ê îlonê  hêzên çekdarên Îranê destbi êrîşa ser hêzên kurd yên li Îraqê kom kiribûn, kirin.

Çawa ku ajansa IRNA ê  daye kifşê,  hewlên van hêzan ji bo têkdana rewşa Komara Îslamî, bûye sebeba kiryarê.  8 ê çiriya pêşin, fermandarîya hêzên bejayî yên feyleqê pasdarên şoreşa Îslamî  ragîhand ku ewê êrîşên xwe li ser bingehên leşkerî yên cudaxwaz li Kurdistana Îraqê berdewam bikin, û herwiha daxwaz ji Bexdayê kir ku “dawî li hovîtîya komên dijî Îranê bînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button