H’emû nûçeSereke
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê li Yêrêvanê gavên bona piştgirîya hindava Ermenîstanêda gotûbêj bike
23 ê mijdarê li Yêrêvanê, bi serokatîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê civîna Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv pêk bê. Pirsên ewlehkarîya herêmî û navneteweyî wê bêne gotûbêjkirinê.
Ji pirsên girîng yek jî ewe, ku bersivdayîna organîzeyêye wextê krîzeya, bidine pêşxistinê û pirsa piştgirîya hindava Ermenîstanêda gotûbêj bikin.
Wextê civînê usa jî dêklarasîya şêwira ewlehkarîya kolêktîv têra tê dîtinê.