H’emû nûçeSereke
Ênêrgabloka nû, ya stansîya ermenîye atomî gerekê sala 2036 a îdî bona xebatê amadebe: cîgirê wezîr
Meremê Ermenîstanê heye ku sala 2036 a ênêrgabloka nû, ya stansîya atomî amadebe û bê xebitandinê. Niha xebatên li ser wê yekê tên mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Hakob Vardanyan wextê forûma “Atomêkspo” yê li Soçîyê gotîye rojnamevana.
Cîgirê wezîr gotîye, wekî hinek dokûmênt îdî hatine îmzekirinê, lê niha jî xebat bona pirsên blokêye têknîkî tên mîyaserkirinê.