H’emû nûçeSereke

Nava doranên teşkîldarîyên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda halê li ser sînorên Eîrmenstanê û Adirbêcanê hatîye gotûbêjkirinê: Zaxarova

Nava doranên civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda halê li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatîye gotûbêjkirinê û bi wê yekêva tevayî xeberdan derheqa normalkirina pêwandîyên di navbera Bekûyê û Yêrêvanêda çûye. Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.

Bi şirovekirina elmetîya cîgirê serokê şêwira Rûsîyayêye Fêdêrasîyon, ya derheqa wê yekêda wekî dew û doza Ermenîstanê û Adirbêcanê ji çarçoveya organîzeyê dere, Zaxarovayê gotîye, wekî  qîmetkirinên sîaysîye  derheqa dorana pirsên li Ermenîstanê wekî mayîn didine kifşê û pêşîya teşkîldarîya, wextê wan û piştî wan, tên belavkirinê.

“Em yan wê yekê çawa hîm hildidin ku em civakên dêmokratîkin û li cem me mafê pêşezana, şuxulkarên sîyasî, sîyasetmedara heye ku fikirên xweye pêşezanîyê derheqa bûyarên cuda-cudada elamkin, yan jî em ji wê prînsîpê dûr dikevin”,- Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button