H’emû nûçeSereke
Adirbêcan hîvî ji aşîtîparêzên rûs dike, ku navê “Qerebaga Çîya” nedine xebatê: Marûkyan
Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî Twittere da derheqa “hîvîkirina” Adirbêcanêda nivîsîye.
“Wezîreta Adirbêcanêye parastinê berbirî aşîtîparêzên rûs, yên li Qerebagê bûye û hîvî kirîye ku navê “Qerebaga Çîya” nedine xebatê.Adirbêcan gerekê bîr bîne, wekî du sal pêşda Elîyêvê serok peymana agirbestêye sêalî îmze kirîye, kîjanêda pênc cara navê “Qerebagê Çîya” hatîye dîyarkirinê. Ew yek hîmê Rûsîyayêye qanûnîye ku navê Qerebaga Çîya bide xebatê”,-Marûkyan nivîsîye.