H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare bona bilindkirina asta ewlehkarîyê pêşkeftina Hindistanê bidê xebatê: Mnasakan Safaryan

Potênsîyala mezin, ya bona pêşxistina pêwandîyên êkonomîkîye tevî Hindistanê heye û Ermenîstan dikare wê yekê bona bilindkirina asta ewlehkarîyê bide xebatê. Derheqa wê yekêda, girêdayî 30 î salîya pêwandîyên Ermenîstanê û Hindistanêye dîplomatîra, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der, Mnasakan Safaryan wextê civîna ulmî, ya li akadêmîya Ermenîstanêye zanistîyê gotîye.

Ewî bi hêvîdarî gotîye, wekî civînê li ser rasta praktîk piştgirîyê bide. Cîgirê wezîr serda zêde kirîye, wekî ji roja îzbatbûna pêwandîya, pêwandîyên dualî, yên Ermenîstanê û Hindistanê nava hemû govekada pêşda çûne.

“Pêşkeftina pêwandîyên tevî Hindistanê pirseke Ermenîstanêye sîyasîya dere.Tiştê şabûnêye wekî Hindistan roja îroyîn nava govekên cuda-cudada pêşda diçe û qedirê wê nava temamîya dinîyayêda bilind dibe. Pêwandîyên meye  di navbera cimetên meda, yên sedsala berdewam dibin. Lê pêwandîyên di navbera welatada kûr dibin”,-Safaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button