SerekeSîyasî

Wezîra Nîdêrlandaye parastinê wê here Hewlêrê

Dêlêgasîya Holandîyayêye derecebilind wê bi serkarîya wezîra parastinê Kaysa Olongrênê here Hewlêrê. Ajansa  “BasNews” ê ragîhandîye, wekî wextê hevdîtina tevî wekîlên serokatîya kurdaye leşkerî û dîplomatî, wê bûyarên sîyasîye van axirîya bêne gotûbêjkirinê û paşê wekîlên Nîdêrlanda wê li cem şêwirmendên Holandîyayêye leşkerî biqesidin.

Xêncî piştgirîya leşkerî, Nîdêrland usa jî piştgirîyê didine malhebûna gundîtîyêye li Kurdistanê.

Meha nîsanê Mesrûr Barzanîyê serokwezîr dêlêgasîya Nîdêrlandaye bi serokatîya wezîra pirsên kirîn-frotana der qebûl kiribû, ya ku elam kiribû, wekî welatê wê amadeye ku tevî Kurdistanê nava govekên kirîn- frotanê, învêstîsîyon û malhebûna gundîtîyêda hevkarîyê bide berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button