SerekeSîyasî

Wezîrê ŞAY yê parastinê bangî Tirkîyayê dike ku êrîşa bidine sekinandinê

Wextê qisa bi têlefonê, ya tevî hevkarê xweyî tirk Hûlûsî Akar, wezîrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê parastinê Lloyd Ostîn daye dîyarkirinê, wekî ew opêrasîyonên Enqerêye leşkerîra, yên li Sûrîyayê qayîl nînin. Wezîrê amêrîkî bangî Tirkîyayê kirîye, ku wê opêrasîyona bidine sekinandinê.

Lloyd Ostîn carke mayîn derheqa xemgînîya Waşîngtonêda daye dîyarkirinê, wekî li Sûrîyayê ew yek diqewime, rûyê çida usa jî ewlehkarîya leşkerên amêrîkî zîyanê dikeve, yên ku tevî hevkarên xweye li Sûrîyayê dijî DAÎŞ ê şerkarîyê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button