H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê projeya peymana aşîtîyê raberî Ermenîstanê kirîye û hîvîya êtapa hevraxeberdanaye sêeme

Adirbêcanê projeya peymana aşîtîyê raberî Ermenîstanê kirîye. Derheqha wê yekêda wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn  Bayramov gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî hetanî dawîya sala îsalin êtapa hevraxeberdanaye sêem wê bê derbazkirinê.

Ajansa “Novostî Armênîya” berbirî wezîreta Ermenîstanêye karên der bûye.

Îsal biharê navçîgara pêşnîyarên Adirbêcanê raberî Ermenîstanê kirine, yên dora pênc prînsîpên hîmlî. Dikevine nava wan prînsîpa naskirina têrîtorîyayên hevdu,  îzbatkirina tunebûna dewekarîyên bona topraxa, ji gefxwerinên hindava ewlehkarîyê dûr bimînin, dêlîmîtasîya û dêmarkasîya sînora û îzbatkirina pêwandîypên dîplomatî, vekirina rêyên transportê.

Çawa bersiva wê yekê, alîyê ermenî şeş xalên bona normalkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê raber kirine.Ji wana yek jî ewe, wekî pirsên garantîya ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê yên hîmlîne û usa jî qirarkirina statûsa Qerebagêye. Xalên ji alîyê ermenîyada raberkirî derheqa pirsên usada kifş dikin, yên mînanî dewekarîyên topraxa, garantîyayên ermenîyên Arsaxê, elametîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, hevraxeberdanên ermenîya-azêrîyaye dora peymana aşîtîyê. Nêzîkbûna alîyê ermenî ewe, wekî ev herdu destên pênşnîyara /5+6/ gerekê bikine yek û hevraxeberdana dora peymana aşîtîyê destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button