H’emû nûçeSereke
Ermenîstan û Tirkîya dikevine nava cêrga welatên pêşezanên têknolocîye rûs
Hevaltîke Rûsîyayêye têknolocî, ya here kevinar û mezin IBS ê bona xebatkarên xwe qedexe kirîye ku ew wedelû cîguhastî welatên “ne dost” bin. Derheqa wê yekêda serokê hevaltîyê Grîgorî Koçarov gotîye.
Bi gotina wî, dikevine nava wan welata ew welat, yên ku bi cûrê xirab nêzîkî Rûsîyayê dibin û hindava Rûsîyayêda sanksîya didine xebatê.
Bi gotina Koçarov, pêşezanên goveka têknolocîya hîmlî cîguhastî Tirkîyayê, Ermenîstanê, Qazaxstanê, Qibrisê, Almanîyayê û Swîsrê bûne.
Ewî gotîye, wekî pêşezanên wan, yên ku çûne welatên qedexekirî, gerekê hetanî 1 ê meha çile paşda vegerine Rûsîyayê.