H’emû nûçeSereke

Îro 34  salîya salvegera erdheja wêranker e

Îro 34 salîya salvegera erdheja bi felaketa Spîtakê ye. Sala 1988 a 7 ê kanûnê  li Ermenistanê erdhejeke wêranker pêk hat. Herêmên bakûr û bakûr-rojhilatê komarê, ji 40 selefê xaka wê, dihewand. Di nava sanîyeyan de bajarên Spîtakê, Lênînakê, Kîrovakanê, Stêpanavanê, zêdeyî sed gund û mezrayên herêmên Spîtakê, Axûryanê, Gûgarkê, Aragasê, Kalîninoyê, Stêpanavanê bi temamî yan jî qismî wêran bûn. Zêdeyî 25 hezar kes mirin, 500 hezar kes jî bê mal man. 170 kargehên pîşesazî xebatên xwe rawestand, derdora 1200 avahîyên sewalvanîyê hatin hilweşandin.

Ji sehetên ewil yên erdhejê ermenîyên dîasporayê bûn yek û gelek alî alîkarî dan hemwelatîyên xwe. “SOS Armeni”, “Aznavûr to Armenîa” û bi dehan rêxistinên din ji alîyê wan ve hatin avakirin. Gelek ermenîyên dîasporayê herikîn welatê xwe û bi xwe ra xwarin, cil, derman anîn.

Gelek ji wan -doktor, psîkolog, avakar, li Ermenîstanê man û raste-rast beşdarî xebatên rizgarkirin û rehabîlîtasyonê bûn. Balafira Yûgoslavîyayê ya ku alîkarî dianî Ermenîstanê rastî felaketekê hat û ekîba wê ya ji 7 kesan pêk dihat li kûçe û kolanên Yêrêvanê mirin. Gelê ermenî wê hertim bîranîna xwe biparêze. Di salên paş de jî welatên cuda-cuda alîkarîya Ermenîstanê kirin. Îtalîyan li Spîtakê navçeyeke niştecihbûnê ya tevahî ava kirin,norwêcîyan nexweşxaneyek nûjen ava kirin, ku xwedîyê evîndarê ermenî yê mezin  ser navê Nansêne.Aûstrîrya navçe ava kirin. Dibistana ku îngilîzan çêkiribûn li Gumirîyê  hat tetbîqkirin û di vekirina wê de serokwezîra Brîtanyaya Mezin Margarêt Têtçêr jî amade bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button