H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr rastî bayloza ŞAY hatîye û xatirê xwe ji Lîn Trêysîyê xwestîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî qebûl kirîye, ya ku mîsîya xweye dîplomatî, ya li Ermenîstanê ser hevda anîye.

Serokwezîr şuxulkarîya baylozê bilind qîmet kirîye û gotîye wekî hêna wêda pêwandîyên ermeîya-amêrîkîya bi dînamîkî pêşda çûye. Bi gotina Paşînyan, nava salên dawîda bi piştgirîya Ştatên Yekbûyî li Ermenîstanê gelek progiramên werguhastina hatine mîyasekirinê.

Lîn Trêysîyê bona hevkarîya six razalixî elamî serokwezîr û hukumata Ermenîstanê kirîye û gotîye, wekî hêna wêda li Ermenîstanê werguhastin hatine mîyaserkirin, yên ku alî pêşkeftina dêmokrasîyê kirine.

Wextê hevdîtinê  pirsên derheqa pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya û yên bona herdu alîya hewaskar hatine gotûbêjkirinê.

Paşînyanê serokwezîr Lîn Trêysîyêra açixî xwestine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button