H’emû nûçeSereke

Olaf  Şols bang dike ku şerê tirka bidine sekinandinê

“Em bona wan binelîyên edil nerihetin, yên ku rûyê pevçûyînên leşkerîda li wan nehîya tên kuştinê û bangî Tirkîyayê dikin ku êrîşa bidine sekinandinê”,- admînîstrasîya kanslêrê Almanîyayê ji navê Olaf Şols bi wê elametîyêva pêşda hatîye.

Admînîstrasîya kanslêrê Almanîyayê cara ewlin bi elametîya wî cûreyîva, ya derheqa êrîşên tirkada, yên dijî bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, pêşda hatîye.Kanslêrê Almanîyayê bi destî ofîsa xwe bi van xeberava pêşda hatîye: “Êrîşên ser tabîyên kurdaye li Sûrîyayê û bakûrê Îraqê ji hemû normên navneteweyî derin.Em bona wê yekê nerihetin û em usa jî bona wan binelîya nerihetin, yên ku rûyê êrîşên Tirkîyayêda zîyanê dikevin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button