H’emû nûçeSereke

“Xaçerêya ermenî” li gorî berjewandîyên lîstikçîyên mezine

Ermenîstanê projeya “bakûr-başûr” ji nûva formûle kirîye û nava çarçoveya konsêpta “Xaçerêya ermenî” da raber dike. Yêrêvan li ser wê tabîyêye wekî mîyaserkirina vê ssênarê li gorî berjewandîyên hemû welataye êkonomîkîye, usa jî bona wan lîstikçîyên mezin, yên mînanî Rûsîyayê, Çînistanê û Îranê.Derheqa wê yekêda serokê merkeza aparata serokwezîrê Ermenîstanê, ya înformasîyon, Gor Sarûkyan gotîye.

Pêşda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotibû, wekî desthilatdarîyê projeya “bakûr-başûr” lê nihêrîye û ew werguhêzî bernama “bakûr-başûr-rojihilat-rojava” yê kirîye. Nava encamên wê yekêda “Xaçerêya ermenî” wê Ermenîstanê, Îranê û Adirbêcanêva, lê Nexçêvanê jî Tirkîyayêva bide girêdanê.

Sarûkyan daye dîyarkirinê, wekî pêşxistina sîstêmên transportê û ênêrgêtîkayê bona Ermenîstanê, gelekî girînge.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button