Bi lêpirsînê îzbat bûye, wekî wextê şêr ji alîyê Adirbêcanêda bomba fosforê hatîye xebitandinê: mehkema Arsaxê
Bona lêpirsîna bûyarên wextê şerê sala 2020 î, yê ku ji alîyê Adirbêcanêda hate destpêkirinê, wextê kîjanî mafê hûmanîtarî ji alîyê azêrîyada hatîye teribandinê, organên Arsaxêye mafparêz cêrge îş dane vekirinê, nava dorana kîjanada gelek topên neteqîyayî û perçên wan hatine berevkirinê.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî wextê wê lêpirsînê rokêta neteqîyayî nava axa nehîya Arsaxêye Martûnîyêda û nimûnên wê hatine dîtinê.Ji alîyê koma pêşezanîyêye serbestda, lêkolîn hatîye kirinê û hatîye îzbatkirinê, wekî nava wanda matêrîyalên ji fosfora sipî hene.
Bi vî cûreyî îzbat bûye, wekî wextê şerê 44 roje, yê sala 2020 î, hêzên Adirbêcanê sîliha kîmîyayî dane xebatê, li kîderê usa jî binelîyên edil hebûne.Xêncî wê yekê vîdêyoyên wan jî hene.Hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê konvênsîya Cênêvayê teribandîye.