
Raport şandine parlamêntê, bi kîjanê dew kirine ku parlamêntvana ji partîya Dêmokratîk, ya Gela Feleknas Ûca ji îmûnîtêtê miqûf bihêlin. Mehkema Enqerêye sereke sê raport girêdayî wê yekêra hazir kirine û şandine parlamêntê.
Nava raportekêda dane dîyarkirinê, wekî Ûcan giva “dijminatîyê û hiznekirinê propaganda dike”.
Nava raporta duemînda Ûcanê nava “propaganda organîzeya têrorîstîda” gunehkar dikin.
Nava raporta sêemînda wê nava “teşkîlkirina berevbûnên neqanûnî û meşa” gunehkar dikin.