H’emû nûçeSereke
Êrîşa ser ştaba Asaîşa li Dihokê
Nava encamên êrîşa ser ştaba Asaîşa li Dihoka Kurdistana Îraqê xebatkarekî Asaîşê hatîye kuştinê.
Têlêvîzîyona Kurdistan 24 ê ragîhandîye, wekî erebekî bi sîliha cêribandîye bikeve ştaba Asaîşa li Dihokê, ya li rojhilatê bajêr.Ewî gule berdaye ser qulixçîkî Asaîşê, lê yê mayîn birîndar kirîye û paşê ji alîyê hêzên Asaîşêda hatîye sekinandinê.Çend deqa gulebarandin qewimîye û ew merivê ku êrîş kiribû, hatîye kuştinê. Derheqa wî merivîda tu tişt nehatîye belavkirinê.
Ew bûyar çawa “êrîşa têrorîstî” hatîye navkirinê, lê nehatîye ragîhandinê, wekî ew meriv DAÎŞ ê va girêdayî bûye, yan na.