H’emû nûçeSereke

Wezîreta Arsaxêye karên der bangî civaka navneteweyî dike ku bona sekinandina armancên Adirbêcanê, gavên praktîk bêne avîtinê

Wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye û ew gava Adirbêcanêye provokasîyon şermezar kirîye, bi kîjanê Bekûyê rêya Gorîs-Stêpanakêrtê daye girtinê. Armênprêssê ragîhandîye, wekî nava wê elametîyêda hatîye gotinê:

“Adirbêcan careke mayîn gavên provokasîyon diavêje.Li alîyê Şûşîyê rîya Gorîs-Stêpanakêrt ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtinê.

Eva gava Bekûêye komkuje bi sirêye, kirina neçêkirinê û xirabkarîye, ya ku bona tirsandina cimeta Arsaxêye, bona sazkirina atmosifêra neqewîne û bona sazkirina dijwarîyaye, ya dijî mîsîya aşîtîparêzên rûs.

Adirbêcan bi bêhurmetî nêzîkî elametîya sêalîye 9 ê mijdara sala 2020 î dibe, kîjanêda borcdarî hildane ser xwe. Ew garantîyayê nade ewlhkarîya çûyîn-hatina welatîyaye bi korîdora Laçînêra.

Wezîreta Arsaxêye karên der bi cûrê berk tabîya Bekûêye wî cûreyî şermezar dike û bangî civaka navneteweyî dike ku gavên praktîk bêne avîtinê bona ku armancên Adirbêcanêye hindava  axa Arsaxêye serbest bêne sekinandinê û mafên ermenîyên Arsaxê bêne çareserkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button