H’emû nûçeSereke

Davît Babayan name ser navê sêkrêtara Şêwira Avropayê, girêdayî girtina korîdora Laçînêra şandîye

Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan name ser navê sêkrêtara Şêwira Avropayê Marîya Pêyçînovîçê şandîye, girêdayî wê yekêra, ku Adirbêcanê rîya ku Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdanê, daye girtinê.

Nava namênda hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê mafên 120 000 binelîyên Qerebagê pêpes kirine, dikevine nava kîjana zarok, kal û pîr, merivên seqet û jin.

Hatîye gotinê, wekî Adirbêcan qedirê konvênsîya avropîye mafên mêriv nagire.

Nava wê hemtêkstêda bang hatîye kirinê, ku Şêwira Avropayê hemû mecalên xwe bide xebatê ku kirina Adirbêcanêye neqanûnî bê rastkirinê.Hatîye gotinê, wekî pêwîste ku Şêwira Avropaye mîsîya dîtindarîyê bişîne Arsaxê, bona ku konvênsîya neyê teribandinê.

Kopîyayên nivîsarê şandine serokê civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê, wekîlê mafên mêriv û sêkrêtarê Şêwira Avropayêra.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button