H’emû nûçeSereke

Anahît Avanêsyan hêvîdare, wekî organîzeya hemcîhanîye saxlemîxweykirinê wê lez bersiva qezîya hûmanîtarîye li Arsaxê bide

Wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyan berbirî organîzeya hemcîhanîye saxlemîxweykirinê bûye û hêvîdare, wekî nevsên organîzeyêye derecebilind wê lez bersiva kirina Adirbêcanê bidin, kîjanê korîdora Laçînê daye girtinê, rûyê çida li Arsaxê krîzeya hûmanîtarî dighîje.Anahît Avanêsyanê derheqa wê yekêda mîkrobloga xweye Twittere da gotîye.

“Rûyê girtina korîdora Laçînêda, ya ji alîyê Adirbêcanêda,  ermenî rastî krîzeya saxlemîxweykirinê tên.Merivên ku hewcê  doxtirîyêne, kîjana gerekê cîguhastî Yêrêvanê bikin, nikarin bên Yêrêvanê, lê çareserkirina bi dermana û piştgirîya hûmanîtarî nikarin mîyasekin”,-Avanêsyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button