H’emû nûçeSereke

Gavên Adirbêcanê li ber çevane: rêyên mîyaserkirina wan gerekê bi mêxanîzmên navneteweyî bêne girtinê

Sîyaseta Adirbêcanêye dijî Komara Arsaxê, binelîyên welêt û cimeta ermenî, xirabkarîya dijî merivatîyêne. Derheqa wê yekêda dosêntê ulmê hiqûqzanîyê, yên ûnîvêrsîtêya Nyûrnbêrgê Gûrgên Pêtrosyan gotîye.

Bi girtina rîya, bi zêrandina dîlên leşkerî û kuştina binelîyên sîvîl, xirabkarîya dijî merivatîyê îdî ber çevaye û bo wê yekê jî Komara Ermenîstanê gerekê berbirî mehkema navneteweyî bibe.Ji alîyê sîyaîda meriv dikare pirsê nava doranên konvênsîya komkujîyêda bibîne, lê bona wê yekê gerekê şedetî bêne berevkirinê, derheqa kîjanada ji destpêka  şerê sala 2020 da ew melûmetî hene,- pêşezan gotîye.

Dosentê ulmê hiqûqzanîyê gavên alîyê ermenî yên girêdayî xebitandina rêyên hiqûqî çawa yên derengîketî hesab dike û dide kifşê, wekî tenê piştî bûyarê gavên wî cûreyî tên avîtinê. Bi gotina wî gavên alîyê azêrîya li ber çevane û bona wê yekê alîyê ermenî gerekê hemû rîya bide xebatê, ku bi xebitandina mêxanîzmên navnteweyî wan rîya bidine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button