H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên amêrîkî berbirî Co Baydên bûne û bang kirine ku gavên bona çareserkirina ewlehkarîya cimeta Arsaxê bêne avîtinê

Ji 30 î zêdetir kongrêsmênên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bi serokatîya Adam Ştîf, berbirî serokê welêt Co Baydên bûne û bang kirine ku gavên bona çareserkirina ewlehkarîya binelîyên Arsaxê bêne avîtinê.

“Ez gihîştime hevalkarên xwe û  name ser navê serok şand û bang kir, ku bona çareserkirina ewlehkarîya cimeta Arsaxê gavên anegor bêne avîtinê, çimkî Adirbêcanê korîdora Laçînê daye dorpêçkirinê, ew rîya tek-tenê, ya ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê û rûyê çida bi hezara meriv dikevine bin qezîyayê”,- serokê komîsîya kongrêsêye pirsên ermenî, Frênk Paloûn Twittere da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button