H’emû nûçeSereke
Çareserkira ewlehkarîya korîdora Laçînê Rûsîyaye û minê bang bikira, ku opozîsîya vî alîda jî bixebite: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan derheqa halê dora kordîra Laçînê xeberdaye û daye bawarkirinê, wekî desthilatdarîya Ermenîstanê bi hemû mecalên xwe dicedîne pirsgirêkê bide helkirinê.
Grîgoryan gotîye: “Bi elametîya 9 ê mijdarê, çareserkira ewlehkarîya korîdora Laçînê Rûsîyaye û minê bang bikira, ku opozîsîya bona wê yekê jî bixebitîya, bo ku Rûsîya borcdarîyên xwe biqedîne û li korîdora Laçînê çûyîn-hatina bêqezîya çareserke. Em usa jî tevî Rûsîyayê dixebitin bona ku korîdora Laçînê lez bê vekirinê.Ev provokasîya bi meremê paqijkirinên êtnîkî Adirbêcanê teşkîl kirîye û ew yek gerekê hemûya hişyar xweyke. Desthilatdarî hemû mecala dide xebatê, ku pirsgirêk bê helkirinê”.