H’emû nûçeSereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv Adirbêcan borcdar kirîye…

Mehkema Avropayê birîyar kirîye ku li ser hîmê qanûna  39 a Adirbêcanê bide borcdarkirinê bona ku çûyîn-hatina bi “korîdora Laçînê” bê çareserkirinê bona ku merivên ku hîvîya piştgirîya doxtirîyêne, alîkarîyê bistînin, usa jî merivên ku bona jîyanê nava hewcetîyêdanin, bi eşîyayêyn anegorva bêne çareserkirinê, çimkî bi wê rêya tek-tenê Arsax Ermenîstanêva tê girêdanê. Derheqa wê yekêda rûpelê wekîlê Ermenîstanêyî  facebook da hatîye ragîhandinê.

Bi dîyarkirina wê yekê, wekî Adirbêcan dixweze kontrola xwe li ser wê rê îzbatke, usa jî bi hesabhildana elametîya sêalî, ya 9 ê mijdara sala 2020 î, Adirbêcan borcdare çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bide çareserkirinê.

Bi wê yekêva tevayî mehkema Avropayê qirar kirîye girîngîyê bide çar dewekarîyên ji alîyê Ermenîstanêda raberkirî.

Em bîr bînin, wekî Ermenîstanê 15, 16, 20 û 21 ê kanûnê dewekarîyên xwe raberî mehkema Avropayê kirîye û halê li korîdora Laçînê raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button