H’emû nûçeSereke

Bi gotina Grîgoryan, ji sîstêmên Rûsîyayê gerekê bipirsin ku bo çi ew borcdarîyên xwe naqedînin

“Bi hesabhildana elametîya 9 ê mijdarê, koma aşîtîparêzên rûs bona mîyaserkirina çûyîn-hatina li korîdora Laçînê cabdare”,- derheqa vê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, sêkrêtarê  şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî gerekê pirsê bidine sîstêmên Rûsîyayê ku bona çi ew borcdarîyên xwe naqedînin.

Pirs dane Grîgoryan ku gelo desthilatdarîya Ermenîstanê gerekê wê pirsê bide Rûsîyayêy, Grîgoryan gotîye: “Me îdî ew pirs daye wan, him bi dengê bilind û him jî bi kanalên başqe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button