H’emû nûçeSereke
200 rewşanbîrên Fransîyayêye bi nav û deng bona piştgirîya 120 000 ermenîyên Arsaxê bi banga tevayîva pêşda hatine
Berî sersalê ji 200 î zdetir rewşanbîrên Fransîyayê rojnama “Fîgaroyê” da gotara tevayîda bi bangêva pêşda hatine û derheqa piştgirîya binelîyên Arsaxêda dane dîyarkirinê.Gilî derheqa wê bûyarêdane, wekî azêrîya korîdora Laçînê daye girtinê, ew rîya tek-tenê, ya ku Qerebagê dinîyayêva dide girêdanê.
Rewşanbîra gotîye wekî gerekê dijî wê tragêdîyayê şerkarîyê bikin, ya ku îdî destpê bûye û ew dikarin emirê 120 000 binelîyên Qerebanê xilazkin.