H’emû nûçeSereke

“Nava qewilên xebitandina qewatêda hevdîtinên çêkirinê nikarin pêk bên” :Mîrzoyan 

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der hevpeyvîn daye radîoya “Aza” ê û derheqha wan menîyada xeberdaye, rûyê kîjanada ew li Moskvayê  beşdarî hevdîtina tevî wezîrên Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der nebûye.

Nava axaftina xweda Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstanê hîvî kiribû ku wê beşdarî hevdîtinê nebe, çimkî pirsgirêka li korîdora Laçînê berdewame.Ewî gotîye wekî wezîreta Ermenstanêye karên der û baylozxana Ermenîstanêye li Rûsîyayê derheqa wê yekêda pêşda gotibûne wekîlên aparata Rûsîyayêye karên der û usa jî derheqa wê yekêda pêşda gotibûne baylozxana Rûsîyayêye li Ermenîstanê.

“Alîyê ermenî  menîya paşdaêxistina hevdîtinê zelal daye kifşê.Hûn dikarin minra qayîlbin wekî nava qewilên xebitandina qewatêda meriv nikare hevdîtinên çêkirinê pêk bîne”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî wextê prêss-konfêransa li Moskvayê, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Bayramov gotîye, ku giva mijdara sala 2020 î Ermenîstanê soz daye ku 8 gunda bide Adirbêcanê, lê Ermenîstanê ew pevketin  mîyaser nekirîye, Ararat Mîrzoyan gotîye:

“Me gelek cara elam kirîye, wekî alîyê ermenî ne li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î ne jî bi cûrekî mayîn borcdarîyên wî cûreyî hilnedane ser xwe. Dokûmêntên wî cûreyîye îmzekirî, belavkirî yan jî pevketin tunene. Bi fikira min, wezîrê Adirbêcanêyî karên der wî cûreyî dibêje û cêribandinê dike ku wan teribandinên ji alîyê Adirbêcanêda, yên elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î bide afûkirinê.Ez dixwezim bîr bînim, wekî Ermenîstanê çendik-çend cara elametî daye ku Adirbêcan li  gorî xerîtên komarên Ermenîstanê û Adirbêcanêye Sovyêta berê eskerên xwe paşda vekişînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button